zurück | antirassistische aktion














Çalakiyên dijî şandinê –
roja înê, 9. 9. 2005
Hevgirtin "Stopp Abschiebung" 1. September 2005


serlêdana navenda partiyê bi otobusê
cihê civînê: navenda SPD, seat: 10:00
Willy-Brandt-Haus,
Wilhelmstr. 141,
U-Bhf- Hallisches Tor

Pêseng, seat: 17:00
Pariser Platz
S- Bhf: Unter den Linden


Li Almanya bi rengekî fermî 7 milyon penaber û koçber dijîn. Tê texmînkirin nîv milyon mirov bê pelik (runiştin) di bin mercên dijwar de dijîn. Heta kêsên bûne hemwelatiyê almaniya jî rûniştineke wanî bi ewle tune, ji ber di herdemê de dikarin pasaportên wan ji wan bistînin. Anha bi qasî 100 000 mirovên ji Tirkî di vê rewşê de ne. Rastiya qebulkirina koçberan ku anha henin bi devkî hatiye qebulkirin, di bin şubha terorê û nijadperestî, tecrîdê de tên jiyankirin.

Jiyanek morovahî ji bo penaber û koçberan sistematîk tê mahrumkirin. Ji ber ji "şaristaniya rojava" re suretê dujminekî lazime, ji bo wan bike berpirsên pirsgirêkên civakî, kêmasiyê zanistî, curmî û terorê ...

Ew bûne mijara êrişên kapitalizmê. Pêşî tûndiya xwe li ser wan dimeşînin. Ev di 12 salin di jiyana penaberan de ku Hartz IV bi rengekî dijwar û rojane dimeşe.

Bi deh salan ev xalên jêrîn berdewamin:
  • Qanûnên awarte (qanûna koçberitiyê), qanuna penaberan (iltica)
  • Rûniştina herêmî ya teng: azadbûna hereketê, tenê di hundirê heremekê de
  • Dilşikestî û hustuxwarî bi "Gutscheinê" xwarinê û 40 Euro perên bêrîkê di mehê de.
  • Girtina di kampan de û girtina şandinê
  • Tehdîtkirina şandinê (texmîn: 50 000 şandinî di salê de)
  • Redkirina (tecrîtkirina) ji karên siyasî
  • Vegerandina daweyên qebulkirî yên siyasî ku ji xwe hejmareke kêm e.
  • Nerihetî û tirsek daimî ji bo zêdebûna "Duldung" û dirêjkirina bi salan.
  • Cudabûna kocberan û penaberan ên "bikêrhatî" û yên "nekêrhatî"
  • Birîndarkirin û kuştin ji êrîşên nijadperestî ji hêla polîsan û naziyan ve.
Ev dibin jiyanek rojane ji bo penaber û kocberan li Almaniyayê. Em ji van kiryarên koloniyalizmê têr bûne û ev rewşa ku nayê tehmûlkirin didomîne. Ev banga me ne ji bo wijdanê “burjuwaziya demokrat ” û hevalbendên wê ye.

Em tenê bi zelalî dibêjin: Mahfê me heye li ser jiyanek mirovahî. Ji bo wê emê herdem û li herderê li berxwe bidin. Ji bo dewletên ewrupa û civakên wê bila zelal be: em ne "nekêrhatiyê" vê dewlemendiyê ne, ku herdem wisa xirab tê belavkirin. Zengînbûna vê dewletê li ser pişta welatên me ye. Em li vir in, ji ber welatên me tên talan û xirab kirin.

Em bangî koçber û penaberan dikin: Em nema karin destûrê bidin, nêzîkbûnek mîna em mirovên sinife 2 yemîn û 3yemin bên naskirin

Em nahêlin ku em bên perçekirin wek kocber û penaberên "“baş" û "xirab". Tenê bi nêzîkbûnek navnetewî û pişgirtî şansê me heye dijî vê hikumdariyê derkevin.

Bi karên xêrê ji bo komên biçûk em razî nabin û em derfetê jî nadin. Em tenê wê demê xweşbext in, dema ku hemû bi hev re vê bêjn: Em di hemû besên jiyanê de xwe organzî bikin û rêxistinên xwe bi hev girêdin! Em li berxwedidin heta rewşa anha ji binî de bê guhertin!

Anha li Berlin û Brandenburgê bi sedan di bin tehdîta şandinê de ne.Yanî radestkirina ji dweletên zilimkar re ku dawiya wê bi lêdan û mirinê tê. Şandina mirovan yên ku piranî bi malbatên xwe ve bi salan li vir jiyan dikin, tê wê wateya ku dîroka jiyana wan tê tarûmarkirin. Şandin bi xetera jiyanê şiklekî pratîka nijadperestiyê ye, ku gereke em bi qerareke xurt li dij derkevin.

Dawîlêkirina rewşa jiyanek bê rûmet li Almaniya! Dawîlêkirina qanûnên awarteyî, nijadperestî û şandinê! Rûnistin ji bo herkesî – anha û derhal! Acenda me: berxwedan ji bo hemû mafan!


Pişgirtin: Alliance of Struggle, Allmende, Anti-Colonial Africa Conference, ARI, BBZ, Dest-dan, FIB, Flüchtlingsrat-Berlin, FrauenRechtsBüro e.V., Initiative gegen Abschiebehaft, Initiative gegen Chipkartensystem, Karavane, Navenda Kurda, Plataforma, Respect, The Voice
 1. September 2005